Li Amedê ji bo 25 saliya nivîskariya Yusiv gotûbêj 07:28 27.12.2013 Piştî Stenbolê, di 28ê berfanbarê de, ango sibe li Amedê jî ji bo nivîskariya Helîm Yusiv gotûbêjek tê lidarxistin. Gotûbêj ji aliyê Weşanxaneya Peywend ve tê organîzekirin û dê li Salona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê saet di 13.30 de bê lidarxistin. Em jî mîna malpera amidakurd.net 25 saliya nivîskarê hêja Helîm Yusiv pîroz dikin, hêviya hîn gelek salên di xizmeta ziman û wêjeya kurdî de dikin, serkeftin û serefiraziyê hêvî dikin. Amîda Kurd