Li Kerkûkê teqîn: 8 mirî, 70 birîndar 06:40 09.02.2011 KERKÛK - Îro li Kerkûkê di encama teqînq 3 wesayîtên bombe lê barkirî de 1 jê zarok 8 kes jiyana xwe ji dest dan, 68 kes birîndar bûn.Li gor agahiyan, teqîn li ber detgeha Gulan ya PDK'ê û Cepheya Tirkmenan pêk hat. Li gorî çavkaniyên polîsên Kerkûkê, îro, serê sibê demjimêr 10.25 li gereka Waffî ya li ser riya di ya navbera Bexda û Kerkûkê de sê wesayîtên bombe barkirî teqiyan. Li gorî çavkaniyê, teqîn li cihek qelebalix pêk hat. Li gor agahiyaên destpêkê 1 jê zarok 8 kes jiyana xwe ji dest dan, nêzî 68 kes birîndar bûn. Hat zanîn ku di nava kesên mirî û birîndar bûne de polîs jî hene. ANF