Berxika Beroşa Bernixûn 01:26 27.01.2010 Malzeme: 500gr goştê pişta berxikê 2 Gîzêr 2 kartol 6 ta pîvaza hêşîn 8 Kixsê Bivazan (arpacık soğanı) 8 firingiyên çerî 4-5 pelê marulê 2 kevçî rûnê zeytê çimek: Filfil (îsota reş) xweyê niv qedeh av Çêkirin. Goştê xwe têxin beroşek mezin, hinek xweyê bi ser bireşînin û 2 kevçî rûnê zeytê têxinê beroşek biçûktir bernixûn dayinin ser goşt û niv qedeh av bera dora wê bidin. Bila bi vî awayî seatekê goşt bi agirê gelek kê bikele. Piştî wê gizer û kartol û pivazê kixse bavêjinê bila ew jî 45 deqeyan bikelin. Herî dawiyê pîvazên hêşînê hûrkirî û firingiyên çerî tûmarî bavêjinê.5 Deqe berî ku hun daynin pelê marolê bidin ser û agirê wê bitefînin. Nîşe: Li tiliyên xwe miqatebin, dibe ku hun tilêyê bi Xwarina Berxika Beroşa Bernixûn re bixun. Noşîcan be.