Li Hewlêrê bavek bi 15 gulleyan keça xwe kuşt 05:48 27.02.2014 10:39 27.02.2014 HEWLÊR (DÎHA) – Li Hewlêrê bavekî bi 15 gulleyan keça xwe kuşt û piştre revî. Li taxa 94 Badawa ya Hewlêrê, bavekî keça xwe bi kalaşnîkofê kuşt. bav 15 gulle li ser keça xwe reşand û kuşt. Bav piştî keça xwe kuşt, şopa xwe ji holê rakir. Rêveberiya Polîsên Hewlêrê Karwan Ebdulkerîm, di malpera Xendan de diyar kir ku îro ji vê bûyerê hatin agehdarkirin û dema çûn cihê bûyerê dîtin ku di mal de keçek bi navê A.E.W. ya 17 salî hatiye kuştin. Polisan anî ziman ku bav keça xwe bi 15 guleyan kuştiye û reviya ye. Karwan Ebdulkerîm da zanîn ku cenaze li Nexweşxaneya Rizgarî ye bûyer ji aliyê polîsan ve tê lêkolînkirin. (mae)