Keçên Yarsan ên Rojhilatê Kurdistanê guhdar mest kirin 09:03 01.03.2014 Grûba Tembûrjenên Kirmanşanê li Salona Întîzar a bajarê Kirmanşan bernameyekî resen ên tembûrjenînê pêşkêş kir û keçên Yarsan bi stranên xwe guhdar mest kirin. Grûba Tembûrjenên Kirmanşanê li Salona Întîzar a bajarê Kirmanşan bernameyekî resen ên tembûrjenînê pêşkêş kir û keçên Yarsan bi stranên xwe guhdar mest kirin. Du endamên grûba hunerî Dayrak Xatûn û Şaxoşîn ku du grûbên naskirî yên muzîka Yarsan in ligel Grûba Tembûrjenên Kirmanşanê stran gotin û bi stranên xwe guhdar û amadevan mest kirin. Di nav wê grûbê de hejmarek keçên Kurd bi awayekî modern û profesyonel stranan dibêjin û tembûrê bikartînin. Herwiha konser bi awayekî germ û berfireh ji aliyê hevwelatiyên Kirmanşan ve hat pêşwazîkirin. Geûba Tembûrjenên Kirmanşanê ji hunermendên Yarsan pêk tê û mûzîka resen a Kurdî bi tembûrê pêşkêş dikin ku amûreke pîroz a Kurdên Yarsan e. Çendîn hunermendê jin ê mêr ên Yarsan di nav grûbê de cîh digrin, hinek ji wan stranan dibêjin û hinek jî li tembûrê dixin. basnews/ İdrîs Ehmed (Kirmanşan)