Balafira Malezyayê ku 239 rêwiyê wê hebûn ket deryayê 04:07 08.03.2014 08:37 08.03.2014 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Balafira hêjmar MH 370 ya ji Malezyayê firiya û 239 rêwiyê wê hebû ket bahra Vietnamê. Balafira rêwiyan a hêjmar MH 370 ku 12 saet berê ji balafirgeha Kuala Lumpurê ya Malezyayê rabû û ber bi Pekînê ve firiya, winda bû. Balafira ku 239 rêwiyê wê heye, li ser bahra Vîetnamê winda bû. Hat diyar kirin ku balafir ketiye behrê. (mae)