Mijara Bernama Taybet ya Hello Washington YPG Bû 04:26 08.03.2014 Robîn Reşvan (Dengê Amerîka) Di bernama Hello Washinton a Dengê Amerîka de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi berfirehî hate gotûbêj kirin. Berpirsê Giştî yê Ragihandina YPG Polat Can tev li vê bernameya taybet bû û bersîva pirsên Dengê Amerîka û rojnamevanên Kurd dan. Birêz Can ser rewşa heyî ya pevçûnên navbera YPG û grubên tundrê, peywendîya YPG bi Cebhet el Ekrad û grubên din yên nav Artêşa Azad nirxandinên xwe pêşkêş kirin. Polat herwiha agahîyên girîng li ser hejmara şervanên YPG û yên YPJ dan û nêzîkbûna pêkhatîyên etnîkî li hember TPG jî şîrove kir. Di bernameyê de rojnemavanên Kurd Dawud Çîçek, Xecîan Farqîn, Elînda Ahmed, Kemal Çomanî, Meksîm Îsa û Serdar Derwîş jî bi pirs û şîroveyên xwe bernamê dewlemend kir.