'Êrîşa li hember Kobanê li hember Amedê ye' 06:08 25.03.2014 AMED (DÎHA) - Endamê Dîwana Serokatiya KCD'ê Edîp Yaşar got ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember Kobanê mîna li hember tevayî kurdan e digirin dest û got, "Êrîşa li hember Kobanê li hember Amedê ye. Divê kes li hember êrîşan bêdeng nemîne." Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember Kantona Xweser a Kobanê berdewam dikin. Endamê Dîwana Serokatiya KCD'ê Edîp Yaşar êrîş û bêdengiya raya giştî nirxand û got, "Êrîşa li wir ne tenê li hember Kobanê li hember tevayî gelê kurd e. Lewma pêwîst e gelê kurd li hember van êrîşên nemerdane û xayîn dengê xwe bilind bike, nerazîbûnên xwe yên demokratîk li her çar parçeyên Kurdistan, Ewropa û cîhanê nîşan bide." 'Ev êrîş li dijî Bakur, Başûr û Rojhilat hatine kirin' Yaşar, di dewama axaftina xwe de da xuyakirin ku bi taybet divê kurdên li herêmê li dijî wan êrîşan bêdeng nemînin û wiha dewam kir, "Êrîşa li hember Kobanê, li hember Amedê hatine kirin. Li hember Bakur, Başûr û Rojhilat hatine kirin. Divê em li hember êrîşan bêdeng nemînin. Êrişa li hember aştiyê ye. Li hember pêşeroja demokratîk a gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn tên kirin." 'Wê DAIŞ Tirkiyeyê jî bike hedef' Yaşar di dewama axaftina xwe de got ku divê Tirkiye polîtîkaya xwe ya li hember kurdan biguherîne û ji bo avakirina jiyaneke wekhev û azad a bi kurdan re bikeve nav hewldanan. Berevajî vê wê DAIŞ Tirkiyeyî jî bike hedef û êrîşên xwe zêdetir bike." Yaşar herî dawî bang li her kesî kir da ku li hember êrîşan dengê xwe derxin. (yş/my)