Li Nisêbînê deriyê dikanan nehatin vekirin 04:50 02.04.2014 MÊRDÎN (DÎHA) - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo Eram Akyuz ê li Girtigeha Hacilarê ya Kirikkaleyê jiyana xwe ji dest da esnaf neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Li navçeya Nisêbinê ya Mêrdînê esnaf ji bo Eram Akyuz ê di 31'ê Adarê de li Girtigeha Hacilarê ya Kirikkaleyê jiyana xwe ji dest da neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Li navçeyê her der xalî bû û bêdengî serdest e. Îro dê meşek girseyî pêk bê û bi girseyî biçin konê sersaxiyê yê ji bo Akyuz ziyaret bikin. (mae)