Gel li pêş Şaredariya Akdenizê kom bûn 05:49 05.04.2014 11:19 05.04.2014 MÊRSÎN (DÎHA) - Li Mêrsînê piştî Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îtîraza CHP'ê qebûl kir, gel li ber avahiya Şaredariya Akdenîzê kom bûn. Li Mêrsînê piştî Lijneya Hilbijartinê ya Bajar serlêdan û îtîraza CHP'ê qebûl kir, gelê navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê li ber avahiya Şaredariya Akdenîzê kom bûn. Bi sedan welatî li ber şaredariya Akdenizê kom bûn û dest bi girtina nobetê kirin. Hevşaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk, bertek nîşanî biryarê da û anî ziman ku ev biryarek dijdemokratîk e. Herikîna gel a ber avahiya Şaredariyê didome. (mae)