Artêşa Tirk çeteyan derbasî Kobanê dike 06:38 06.04.2014 SUNDAY, 06 APRIL 2014 10:30 ANHA / KOBANÊ - Komên DAIŞ'ê bi alîkariya Artêşa Tirk derbasî herêma Kobanê dibin û êrîşan pêk tînin. Artêşa Tirk li hemberî herêma Kobanê ji bo derbaskirina komên çete yên DAIŞ'ê liv û tevgera xwe zêde kiriye. Beriya çend rojan komeke çete ya DAIŞ'ê ku ji 8 kesan pêk dihat saet di 06.30'an de derbasî gundê Girê Sorê yê 40 km rojhilatî bajarê Kobanê bûn û bi rokêtên RPG'ê baragehên YPG'ê topbaran kirin û şervanên YPG'ê bersiva êrîşê dan. Di encamê de 3 çete hatin kuştin û yên din ber bi gundê Sosik paşve reviyan. (he)