Saziya Kar û Barên Olî ya Herêma Cizîrê hate avakirin 06:47 06.04.2014 SUNDAY, 06 APRIL 2014 09:45 QAMIŞLO– Oldar, zanyar û meclîsên olî yên li Herêma Xweseriya Demokratîk a Cizîrê, konferansa yekemîn a îslamî lidar xist û Saziya Kar û Barên Olî ya Herêma Cizîrê ava kir. Meclîsên Olî û oldarên olî yên li Herêma Xweseriya Demokratîk a Cizîrê li Akademiya Ziman, Dîrok û Wêjeya Kurdî ya Celadet Bedirxan, Konferansa Yekemîn a Îslamî li dar xist. Di konferansa ku di bin navê “Ola Îslamê ola lêborîn, hezkirin û exlaqê ye” de hate lidarxistin de, Serokê Desteya Kar û Barên Olî yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şêx Mihemed El-Qadir, bi dehan oldar, zaniyarên olî û endamên meclîsên oldaran ên herêmê amade bûn. Di konferansa ku bi xwendina ayetên Qur-anê destpê kir de, Serokê Desteya Kar û Barên Olî yê Rêveberiya Xweser Şêx Mihemed El-Qadir derbarê pêwîstiya yekîtiya hemû pêkhateyan û paqijkirina ola îslamê ji çeteyan de axaftinek kir. Piştre oldarên beşdarî konferansê bûne jî axaftin kirin û nêrînên xwe anîn ziman. Ji axaftvanan Şêx Seîd Hesam diyar kir ku bi dehan salan e Rojhilata Navîn li ser destên kesên li ser navê Îslamê tevdigerin; kuştin, wêran û talankirinê dimeşînin û di xwazin bi riya ola Îslamê berjewendiyên xwe pêk bînin. Hesam got: “Bêyî ku em destwerdana karê ti kesî bikin, em tenê herêm û milkên xwe diparêzin.” Meleyê Mizgefta Selman El-Farisî ya li bajarê Serêkaniyê Idrîs Hecî Hesen Xetîb ku ji pêkhateya Ereb e jî derbarê êrîşên çeteyan de axivî û wiha got: “Herêmên me rastî êrîşên hov tên. ji bo ku em li hemberî van êrîşên ku li ser navê Îslametiyê tên kirin derbikevin, divê em destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe xurt bikin.” Piştre zaniyarên olî û meleyên mizgeftên herêma Cizîrê mijarên konferansê gotûbêjkirin û gelek biryar girtin. Di encama nîqaşan de biryar hate girtin ku xebatên olî di bin banê saziyekê de bên meşandin û Saziya Kar û Barên Olî ya Herêma Cizîrê hate avakirin. Di konferansê de her wiha Meclîsa Şêwermendên Herêmê ku ji 13 endaman pêk tê hate avakirin û Mele Mihemed El-Xerzî wekî Serokê wê hate hilbijartin. Meclîsa Şêwermendan ji 3 desteyan pêk tê. Li gorî vê yekê navên desteyan û karên wan wiha ne: -Desteya Fetweyan: Ev jî ji Komîteya Fetweyê ku erka wê diyarkirina daraza îslamê, bersivdayîna pêşniyaran û pirsiyaran e, Komîteya Hişmendiya Malbatê û Komîteya Lihevanînê pêk tê. -Desteya Rêberî û Hobûnê: Ji Komîteya şopandina xutbeya roja înê, Komîteya perwerdekirina Qur-ana Pîroz û zaniyariyên îslamê û Komîteya erkdarkirina oldaran li navendên oldaran pêk tê. -Desteya Olî: Ji Komîteya Şopandina Kar û Barên Olî, Komîteya Maliye û Komîteya Kar û Barên Mizgeftan pêk tê. Di konferansê de biryar hate girtin ku sembola saziyê wê bê diyarkirin, her wiha ji bo meclîsên olî yên bajarên herêmê û Meclîsa Şêwermendan 9 mohr bêne derxistin. Dîsa biryar hate girtin ku der barê kar û barên olî de bernameyek taybet a televîzyonê bête pêşkêşkirin. Konferans bi duayên ku hêviya aştiya li Sûriyê, xurtkirina yekîtiya hemû pêkhateyan û welatekî demokratîk û azad tînin ziman, bidawî bû. (jh/aq)