Çeteyên DAIŞ'ê li Tilêliyê komkujî pêk anîn 07:55 29.05.2014 29 Gulan NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li gundên Tilêliyê û Temadê û baxçeyê Ovencakê yên dikevin rojavayê bajarê Serêkaniyê çeteyên DAIŞ'ê li dijî welatiyên gund komkujiyek pêk anîn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyên DAIŞ'ê derbasî gundê Tilêliyê Serêkaniyê, baxçeyê Ovencakê û gundê Temadê bûn û li dijî welatiyên sivîl komkujiyî pêk anîne. Li gorî çavkaniyan herêmê çeteyan hemû welatiyên di nav de jin, mêr, zarok, pîremêr û jîrejin ên gund kuştine û komkujî pêk anîne. Li van derdoran şer û pevûn di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de jî berdewam dikin. Çeteyên DAÎŞ'ê li gundê Temad yên Serêkaniyê jî wesayîtekî bombebarkirî teqandin û di encamê de bi dehan welatiyan gund jiyana xwe jidest dan û birîndar bûn. Hêzên YPG'ê û YPJ'ê jî ji bo parastina welatiyên sivîl ên herêmê bikin bersiva çeteyan DAIŞ'ê dan. Çavkaniyeke YPG'ê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê li gundê El-Rawiyê û El-Dehmaa yên Serêkaniyê li hemberî şervanên YPG'ê bin ketin û ji ber vê jî li dijî welatiyên herêmê yên sivîl komkujî pêk anîne. (bd)