Gel ber bi qada operasyonê ve diçe 06:08 30.05.2014 30 Gulan AMED (DÎHA) - Piştî leşkeran êrîş li berxwedana gel a li naçveya Lîceyê ya Amedê kir esnafên navçeyê bi armanca şermezakirinê dikanên xwe girtin. Welatiyên navçeyê jî ber ber herêma Cellîk ve diçin. Piştî serê sibê leşkeran êrîş li berxwedana gel a li navçeya Lîceyê ya Amedê ya li dijî çêkirina qereqol û qeleqolan dabû destpêkirin kir pevçûn derketin. Li herêmê niha dem dem pevçûn didomin û heyata HDP û BDP'ê jî li herêmê lêkolînan dikin. Esnafên navçeyê jî bi armanca şermezarkirina mudaxeleya leşkeran dikanên xwe venekirin. Li navçeyê hemû dikan girtîne û welatî ber bi qada pevçûnê ya herêma Cellîkan ve diçin. (bd)