Pêşmerge li Dubizê bi cih bûn 08:47 26.02.2011 Hate ragihandin ku hêzên pêşmerge li navçeya Dubizê bi cih bûne. Navçeya Dubizê ku di navbera Hewlêr û Kerkûkê de cihekî stratejîk e, ji bo îhtimala pêşmergeyan a mudaxaleya Kerkûkê nîşaneke girîng e. Wekî tê zanîn alîgirên Sedam û Beasiyan bi ala û wêneyên Sedam radibin serhildanê û li dijî kurdan û desthilata kurdan dest bi êrîşan dikin. Armanca hêzên ereb ew e ku di vê dema tevlihev a Rojhilata Navîn de Kerkûk û Mûsilê bi tevahî ji kurdan bi dûr bixin.