TZP-Kurdî ya Wêranşarê sertîfîka da 120 şagirtan 06:34 09.06.2014 RIHA 09.06.2014 11:02:22 TZP-Kurdî şaxê Wêranşarê, 120 şagirtên xwe mezûn kir û sertîfîkayên wan radest kir. TZP-Kurdî Şaxê Wêranşarê, 120 şagirtên xwe yên ji mamoste, doktor, parêzer, siyasetmedar û her beşên civakê mezûn kir. Merasîma dayîna sertîfîkayan li navenda çandê ya şaredariyê pêk hat. Di destpêka merasîm3e de mamosteya Kurdî-Derê Ayşe Surucu axivî û bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û diyar kir ku gelê Kurd ji bo vî zimanî gelek êş û elem kişandiye, gelek berdêl daye. Surucu ragihand ku zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye û divê ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdeya bi zimanê dayîk bê dayîn û ev yek di qanûnan de bê bicihkirin. Surucu herî dawî destnîşan kir ku zimanê dayikê rûmet e û banga xwedîderketina li vê rûmetê hat kirin. Piştî axaftinan sertîfîka li şagirtan hatin belavkirin û merasîm bi xwendina helbestan û stranên oma welatê rojê bi dawî bû.