Balafireke Ukrainî xistin û 49 kes mirin 04:06 14.06.2014 ANHA - NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke Ukrainiya ku 49 kes têde bûn xistin û hemû kesên di hundirê wê de jiyana xwe jidest dan. Wezareta Parastinê ya Ukrainiya diyar kir ku balafireke wan a Ilyushin 76 ku 49 kes radikir di encama gulebarandinê ji aliyê alîgirên Rûsyayê, nêzî bajarê Luhanskê ket û hemû kesên têde jiyana xwe jidest dan. Hate gotin ku balafirê komeke leşkerî û alavên wan radikir. (he)