BDP'ê peyama sersaxiyê weşand 10:08 27.02.2011 Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak, ji bo sersaxiya Serokê Giştî yê Saadet Partiyê peymek weşand. Li ser navê Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak, peymakê hate weşandin û di peyamê de wiha hate gotin: "Erbakan kesekî tevkariyên gelek girîng dan siyaseta Tirkiyeyê bû û ji ber mirina wî ya bêdem em xemgîn in. Xwedê rihma xwe lê bike û serê malbat, Partiya Saadetê û gelên misliman sax be." DÎHA (ft/sa)