Li Şengalê êrîşa DAIŞ'ê: 2 pêşmerge şehîd bûn 04:15 23.06.2014 ŞENGAL 23.06.2014 08:10:35 Li Şengalê di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî nuqteyeke kontrolê ya polîsan de 2 pêşmerge şehîd bûn. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) îro danê sibê li herêma mey Sebabî ya Şengalê êrîşî nuqteyeke kontrolê ya polîsan kirin. Di êrîşê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku di pevçûna li vê derê de hejmareke zêde çete jî hatine kuştin. Pevçûnên li herêmê dewam dikin.