Çalakiya dayîkan di roja 15'emîn de ye 05:23 02.07.2014 AMED (DÎHA) - Çalakiya dayîkên zarokên wan ji ber pirsgirêka kurd tevlî PKK'ê bûn ji bo pirsgirêk bê çareserkirin û zarokên wan vegerin li ber Walîtiya Amedê dan destpêkirin di roja 15'emîn de berdewam dike. Dayîkên zarokên wan tevlî PKK'ê bûn ji bo pirsgirêka kurd bê çareserkirin û zarokên wan vegerin li Parqa Anit a li ber Walîtiya Amedê çalakî dan destpêkirin û çalakî di roja 15'emîn de berdewam dike. Hejmara dayîkên di çalakiyê de zêde bûn û di nav rojê de gelek welatî û nûnerên saziyên sivîl ziyaret dikin. Dayîkan diyar kir ku heya daxwazên wan tên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin. (bd)