YPG: Alîkariya gelê Bakûr êrîşa çeteyan têk bir 05:17 13.07.2014 ANHA - NAVENDA NÛÇEYAN - Di pevçûnên li rojavayê herêma Kobanê de bi dehan çeteyên DAIŞ'ê di nava emîrekî Misrî jî, hatin kuştin. YPG'ê got ku bi alîkariya gelê Bakûrê Kurdistanê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên gundên rojavayê herêmê, têk çûn. Navenda Çapemeniya YPG'ê ragihandin ku saet di 02.00'an de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî gundên Çil Oxlê, Cibnê û Til Zagros ên rojavayê herêma Kobanê kirin û rastî bersiva tund a şervanên YPG/YPJ'ê hatin. hate zanîn ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gelek caran hatin şkandin. Li gorî agahiyên, li gundê Çarqilê şervanên YPG/YPJ'ê bi alîkariya kurdên Bakûrê Kurdistanê hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gund, vala derxistin. Navenda çapemeniya YPG'ê destnîşan kir ku di van pevçûnan de bi dehan çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Her hate gotin ku cenazeyên 4 çeteyan di destê şervanên YPG'ê de ne û di nav wan de emîrekî DAIŞ'ê yê bi navê Ehmed Elî El-Seyid ku bi navê Ebû Hacîra tê nasîn û ji parêzgeha El-Siwês a Misrê ye. Navenda Çapemeniya YPG'ê diyar kir ku van pevçûnan de 4 şervanên wan jiyana xwe jidest dan û wiha hate gotin: "Ji bo parastina rûmeta xwe 4 şervanên me şehîd ketin û tevlî karwanê pakrewanan bûn û bi xwîna xwe efsaneyên leheniyên nivîsandin." Nasnameyên her çar tekoşeran li gorî Navenda Çapemeniyê wiha ne: Nasnav: Firat Kobanê Dîroka şehadetê: Kobanê - Gundê Cibnê - 12 'ê tîrmeha 2014'an ***************************************************** Nasnav: Hogir Xerzan Dîroka şehadetê: Kobanê - Gundê Cibnê - 12 'ê tîrmeha 2014'an ***************************************************** Nav: Mihemed Xelîl Ebdî Nasnav: Xelîl Navê dayîkê Zehiyê Navê bav: Mihemed Cih û dîroka jidayîkbûnê: Dongiz Dîroka tevlîbûnê: 2012 Dîroka şehadetê: Kobanê - Gundê Cibnê - 12 'ê tîrmeha 2014'an ***************************************************** Nav: Ferhad Mihemed Nasnav: Ferhad Talik Navê dayîkê: Zelîxe Navê bav: Osaman Cihê jidayîkbûnê: Talik Dîroka tevlîbûnê: 2014 Dîroka şehadetê: Kobanê - Gundê Cibnê - 12 'ê tîrmeha 2014'an Navenda çapemeniya YPG'ê diyar kir ku eger agahiyên berfireh bikevin dest wan de, wê bi raya giştî re parve bike. (he)