DAIŞ ji sê aliyan ve êrîşî Kobanê dike 07:05 14.07.2014 ANHA - Çeteyên DAIŞ'ê ji aliyên rojava, başûr û rojhilatê herêma Kobanê êrîş dikin û gundên herêm topbaran dikin. Li herêma Kobanê di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyan DAIŞ'ê de şer û pevçûn, didomin. Çeteyên DAIŞ'ê ji sê aliyan ve bi tank û topan êrîşî herêmê dikin û gundan topbaran dikin. Heta niha agahiyên berfireh derbarê hejmara kuştiyên çeteyan de nehatine bidestxistin. (he)