Çeteyên DAIŞ'ê bi hawin û topan êrîşê Qampa Mexmûr dikin 05:17 10.08.2014 MEXMÛR (DÎHA) - Çeteyên DAIŞ'ê serê sibehê, bi hawin û topan dest bi bombekirina Qampa Penaberan a Mexmûrê kirin. Çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) bi hawan û topan bombebaraneke giran li Qampa Penaberan a Mexmûrê dikin. Piştî ku Yekîneyên Berxwedana Mexmûrê êrîşên çeteyan şikandin, hat ragihandin ku çete ji cihekî dûr bi top û hawanan herêmê bombebaran dikin. (bd)