Ji dengbêj Gazîn û aşiq Leylî ya ermen konser 03:58 13.09.2014 STENBOL (DÎHA) – Dengbêja wanî Gazîn û aşiq Leylî ya ermen a ku di çarçoveya Projeya Aşiqan û Jinên Dengbêj de hatin ba hev bi klamên kurdî û ermen guhdar sermest kirin. Di çarçoveya “Bermaneya Piştgiriyê ya Pêvajoya Normalbûnê ya Tirkiye û Ereminstanê” ya ji aliyê Komeleya Çandê ya Anatolyayê ve tê organîzekirin de di konsera Jinên Dengbêj û Projeya Aşiqan de, dengbêj Gazîn û Aşiq Leylî li Kampusa ÎTU’yê ya Maçayê konser dan. Dengbêja wanî Gazîn û aşiq Leylî klamên kurdî û ermen stran. Herhu hunermendan bi klamên ermen û kurdî guhdar sermest kirin. Di dawiya şevê de guhdaran bi çepikan kêfxweşiya ve nîşan dan. Dengbêj Gazîn û aşiq Leylî berê j îli Girana Axtamarê piştî ayîn ali Dêra Ermen a Surp Xaçê konser dabûn. (sa)