Her kes YPG’yî ye 06:47 20.09.2014 KOBANÊ Hikûmeta Herêma Kobanê û Saziyên Civaka Sivîl meşek ji bo piştgiriya YPG/YPJ’ê li dar xistin. Di serî de Serokê Hikûmeta Kobanê Enwer Muslim û welatiyên bajêr çek rakirin gotin: “Em hemû YPG’e ne ji bo parastina Kobanê.” Bi armanca piştgiriya YPG/YPJ’ê li hemberî komên çete, Hikûmeta Herêma Kobanê û Saziyên Civaka Sivîl meşek li dar xist. Serokê Hikûmetê Enwer Muslim, Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah, şandeyek ji Hikûmeta Herêma Kobanê û bi hezaran welatiyên Herêma Kobanê beşdari meşa ji bo piştgiriya berxwedana YPG/YPJ’ê hatibû lidarxistin bûn. Meş li qada El-Selam a navenda bajêr bi beşdariya Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim û gelê Kobanê rahiştin çekan û Muslim ani bû ziman: “Bila tu kes ne li benda teslîmbûna me be û em welatê xwe terk nekin. Heta dilopek xwîna me hebe em ê li ber xwe bidin. Dê çete tu carî nekevin Kobanê. Ger çete bikevin Kobanê jî em ê wan di nava xwîna xwe de bifetisînin” destpê kir û li kolanên bajêr geriya dîsa vegeriyan qada El- Selam. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevseroka PYD ê Asya Ebdullah, Serokê Meclîsa Rêveber a Herêmê Enwer Muslim û Endamê Rêveberiya PYD’ê Kîlo Îsa, axivîn. Di axaftinan de berxwedana YPG/YPJ’ê û gelê Kobanê bi vîna xwe ya xurt dê li hemberî hemû çekên giran bisekinin. Di berdewama axaftinên xwe de sond xwarin ku ew ê parastina Herêma Kobanê û Hemû bajarên Rojava ji çeteyan bikin. Di dawiya axaftinên xwe de bang li keç û xortên her çar perçên Kurdistanê kirin ji bo ku tevlî berxwedana Kobanê bibin. Meş bi tîlîliyên dayikan û dirûşmayên berxwedana YPG/YPJ’ê li Herêma Kobanê silav dikin bi dawî bû.