Li sînorê Kobanê zincîra ji mirovan 11:50 25.09.2014 RIHA 25.09.2014 12:29:56 Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tê girtin, îro bi zincîra ji mirovan dewam dike. Kurdistaniyên ji Wan, Sêrt û Erzîromê hatin tevlî çalakiyê bûn. 21 otobusên ji Stenbolê jî hatin jî li ketina Pirsûsê hatin sekinandin. Berxwedana Kurdistaniyên li Bakur, ku ji bo li dijî êrîşên çeteyan ên li hemberî Kobanê bibin mertal hat destpêkirin, di roja 8. de bi zincîra ji mirovan dewam dike. Di navbera gundên Alîzeran û Tilverdan ên Pirsûsê de, li qadeke 30 kîlometreyî nobeda berxwedanê mezin dibe. Yên ji Wan, Sêrt û Erzîromê hatin, îro danê sibê ji gundê Boydê bi sînor ve bi dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG, YPJ", "Kujer DAIŞ, hevkar AKP", "Bijî Serok Apo" meşiyan. Girseya gel hat heta nêzî têlên li ser sînor û li seranserê têlan zincîra ji mirovan çêkirin. Girseya gel berê xwe da çeperên YPG û YPJ'ê yên li Tilşehir ê li Rojava û dirûşmên ji bo YPG û YPJ'ê qîriya. Welatiyên bi 21 otobusan ji bo tevlî çalakiyê bibin ji Stenbolê hatin jî, li ber tililiyan ketin Pirsûsê. Lê belê piştî demeke kurt wesayît ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. NUQTEYÊN NOBEDA BERXWEDANÊ Li gundên Edmanik, Mehser, Zehwan, Kazika, Mersimêl, Musik, Qop, Xerebesk, Elîzêr, Perepere, Oxan ên li rojhilatê Pirsûsê welatiyên ji Erdexan, Qers, Erzîrom, Agirî, Îdir, Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Êlih, Amed, Semsûr, Dîlok, Mereş, Dêrsim, Edene, Enqere, Îzmîr, Mersîn û Konya, li gundên Boyde, Siwêdê, Kesme, Kêrsan, Konak, Goktepe, Aşme, Zehrî, Zaret ên li rojavayê Pirsûsê jî welatiyên ji Wan, Erzîrom û Sêrtê nobedê digirin. Gundên Pirsûsê yên lê nobed tên girtin û gundên Kobanê yên li pêşberî wan cih digirin, ev in: Gundên Pirsûsê: Gundên Kobanê: Edmanik Kobanê navend Mehser Kobanê navend Tilêcbê) Zehwan Kobanê navend Tilêcbê) Kazika Kazika Mersimêl Mersimêl Musik Musik Qop Elîşar Xerebesk Comelî Elîzêr Kosik Perepere Eynbet Oxan Qeremox Boydê Tilşehir Tilverdan Minaz Siwedê Siftek Kesme Siftek a Jorîn Kêrsan Siftek a Jêrîn Konak Sêlim Göktepe Koralî Aşme Aşme Zehrî (Çiçekalan) Çeloglû Zaret(Ziyaret) Zaret