Li Efrînê Kampa Rûbar hat vekirin 03:53 28.09.2014 EFRÎN - ANHA - Li gundê Basilê yê herêma Efrînê Kampa Penaberan a bi navê Rûbar hat vekirin. Bi durişmeya 'Bi hev re ji bo mirovahiyê' Wezareta Karûbarên Civakî û Kar a herêma Efrînê duh li gundê Basilê yê navçeyan Şêrewa ya herêmê bi merasîmekê Kampa Rûbar vekir. Di merasîmê de bi dehan xebatkarên rêxistinên mirovî û alîkariyan ên herêmê, nûnerên hikûmetê û saziyên civaka sivîl amade bûn. Kamp ji bo koçberên hemû herêmên din ên Sûriyeyê hatiye vekirin. Heta niha li kampê bi dehan çadir û hin navendên tenduristiyê hatine danîn. Di merasîmê de girêdayî mijarê Wezîra Karbarên Civakî û Kar a herêmê Erîfa Bekir got: "Kamp ji bo pêşwazîkirina koçberên hemû herêman amade ye." Bekir diyar kir ku divê rêxistinên mirovî û alîkariyan ên navnetewî piştgiriya kampê bikin û alîkariyan pêşkêşî wê bikin da ku karibe bi hezaran malbatên koçber bicih bike. Niha li kampê hin malbatên koçber hene û tê payîn ku di rojên pêşde hemû koçberên li dibistanan hatine bicihkirin werin kampê. (he)