Gelê Rojava diherike ser goristanên şehîdan 03:56 04.10.2014 ANHA NAVENDA NÛÇEYAN – Îro cejna Qurbanê ye, lê gelê Rojavayê Kurdistanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê cejnê pîroz nake û berê xwe dide ser goristanên cangoriyên azadiyê. Ji saetên serê sibehê ve bi hezaran kesan berê xwe da goristanan. Piştî ku Kordînasyona Giştî ya Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber êrîşên çeteyan cejna Qurbanê nayê pîrozkirin û wê tenê goristanên şehîdan bêne ziyaretkirin, gel jî îro berê xwe da goristanan. Li kantonên Cizîr û Efrînê bi hezaran kesan îro ji saetên serê sibehê ve berê xwe dan goristanên cangoriyên azadiyê. Li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê bi hezaran kes diherikin ser goristanên şehîdan. (ekip/aq)