Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Kantonên Rojava nas kir 01:46 15.10.2014 HEWLÊR - ANF Parlamentoya Herêmê ya Başûrê Kurdistanê piştî 13 saet guftûgoyan, Kantonên Rojava Kurdistanê nas kir û daxwaz ji hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê kir ku bi awayekî fermî bi wan re bixebite. Teksta biryara parlamentoya Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye: 1-Parlamentoya Kurdistanê di her awayekî xwerêveberinê de piştgiriya vîna gelê Rojavayê Kurdistanê dike û pêwîst e hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê bi fermî xebatan li gel bike. 2-Pêwîst e hikûmet li gor karînên xwe alîkariya darayî hevkariya Rojava bike. 3-Aliyên peywendîdar vê biryarê bînin cih. 4-Kar bi ti tekst û biryarekê nayê kirin ku berevajî vê biryarê be. 5-Ev biryar piştî ku di ragihandina fermî ya parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê de hat belavkirin, wê bikeve pratîkê û kar bi wan re were kirin.