Hejmara windayan 10 hezar e 08:01 18.03.2011 SWÊD (Amîda Kurd) - Li gor daxuyaniyên dawî yên fermî, li Japonya piştî erdhej û stsûnamiyê hejmara miriyan derket 6 hezar û 450 kesî, hejmara windayan jî ji 10 hezaran zêdetir e. Piştî erdhej û tsûnamiyê di 11'ê adarê de li bakura Japonya tofan rakir, hate ragihandin ku hejmara mirî û windayan 16 hezar û 600 e. Polîsê Japonya îro ragihand ku li gor encama fermî, di tofana mezintirîn a vê sedsalê de 6 hezar û 450 kes mirine. Her iwsa 2 hezar û 409 kes birîndar in û 10 hezar û 259 kes jî winda ne. Di encama borî de polîs ragihandibû ku hejmara miriyan derketiye 5 hezar û 178 kesan û winda jî 8 hezar û 606 kes in. Her wisa polîs ragihandibû ku hejmara birîndaran jî 2 hezar û 285 in. Piştî daxuyaniya herî dawî ya polîsan jî, rayedarên japonî radigihînin ku hejmara miriyan dikare bilindtir be. Amîda Kurd