Hunermendên Başûr bi çalakiyekê piştgirî dan Rojava 05:03 19.10.2014 HANA AZAD HEWLÊR/ROJ NEWS Li bajarê Hewlêrê çend çalakiyên hunerî ji bo piştgiriya gelê kurd li rojavayê Kurdistanê û berxwedana Kobanê hatin encamdayîn. Duh komek hunermend, nivîskar û rojnamevan li pêşiya nivîsîngeha Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê kom bûn û piştgiriya xwe ya ji bo Kobanê nîşan dan. Di civînê de gelek çalakiyên hunerîjî hatin encamdayîn.