Şevê din 27 çete hatin kuştin 04:11 25.10.2014 ANHA - KOBANÊ - Li her sê aliyên bajarê Kobanê di şer û pevçûnên şevê din de 27 çete hatin kuştin. Li gorî agahiyên nûçegihana ANHA’yê ji eniyên şer wergirtine, li nêzî xwaringeha Seyran a li başûrê bajêr şervanên YPG’ê şevê din li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de motoskilêteke hate rûxandin û 2 çeteyên li ser hatin kuştin. Li devera Kaniya Kurdan a rojhilatê bajêr jî çeteyan hewl dan êrîşî bajêr bikin, ketin kemîna şervanên YPG’ê. Di encamê de 25 çete hatin kuştin. şer û pevçûn li heman deverê berdewam in. Li kolana Şaredariyê ya bajêr jî şer û pevçûn bi dijwarî rû dan. Di encamê de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Her wiha şervanên YPG’ê 2 Kilaşnîkov û 2 rext desteser kirin. Li eniya rojavayê Kobanê jî çeteyan hewl dan derbasî bajêr bibin rastî bersiva şervanên YPG’ê hatin. Derbarê encamên van pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. (jh)