Berxwedan didome: 2 tirimpêlên çeteyan hatin rûxandin 04:12 27.10.2014 ANHA - KOBANÊ - Şer û pevçûn li sê eniyên Kobanê û bi taybet li eniya rojhiat didomin. Ji şevê din ve heta niha şervanên YPG'ê derbeyên giran li çeteyan dan û gelek êrîşên têk birin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh di saetên şevê de li başûrê kobanê, şevê din pevçûnên dijwar di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de derketin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û tirimpêlek doçka liser derbekirin. Ji şevê din ve di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer didome. Çeteyên DAIŞ'ê bi 2 tirimpêlên bombebarkirî û motosklêtekî êrîş kirin û rastî bersivdayîn şervanên YPG'ê hatin. Di encamê de herdu tirimpêl û motosklêtê bombebarkirî hatin rûxandin û gelek çete jî hatin kuştin, lê hejmara wan nehat zanîn. Li rojava jî şer û pevçûn di navbera YPG û çeteyan dewam dikin. Ji şevê din heta niha tirimpêleke leşkerî hat rûxandin û hemû çeteyên têde hatin kuştin. Şer û pevçûn li hersê eniyên Kobanê û bi didomin û li rojhilatê herêmê şerê herî dijwar tê jiyîn. (akîp/he)