Alîkariya Başûr û Rojhilat gihişt Rojava 04:32 30.10.2014 ANHA - DÊRIK - Welatiyên Rojhilat û hin rêxistinên mirovahî yên li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê alîkarî ji bo Rojava şand. Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û hin rêxistinên mirovahî yên li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê alîkariyên mirovahî ji bo Rojava şandibûn. Alîkarî di riya deriyê Sêmalka re derbasî Rojava bubûn û radestî Rêxistina Alîkarî û Geşkirinê ya Rojava hatibûn kirin. Di nava alîkariyên ku hatine şandin şîrê zarokan, cilên zivistanê, betanî û madeyên xwarinê hebûn. Rêveberê Rêxistina Rojava Ezîz Hiso spasiya gelê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kir. (bb/he)