Li Nisêbînê mobese şewitandin 06:42 19.03.2011 NISÊBÎN - Li navçeya Mêrdîn a Nisêbînê komên ciwanan ku bi polîsan re pevçinîn dîregên kamerayên mobese şewitandin. Polîsan bi bombeyên gaze û ava şid xwepêşandêr belav kirin. Xwepêşandêran xwestin kamerayên mobese yên bi dîregên li Kolana Seher a Taxa Kişlayê bişewitînin. Ciwanan li bin dîregên kamerayên mobese agir pêxist û dan ber keviran, li ser vê yekê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxeleyî komê kirin.