Berxwedana Kobanê di roja 84'an de ye 05:38 07.12.2014 KOBANÊ (DÎHA) – Berxwedana Kobanê ya di rûpelên dîrokê de weke "Abîdeya berxwedana dawî ya mirovahiyê û mucîze" di roja 84'an de ye. Şervanên YPG û YPJ'ê ligel şertên zor şer dikin gav bi gav çeteyan ji bajar diqewirînin û her tim bi rûkeniyê têkoşînê dimeşînin. Ji "Bajarê Mucîze" Kobanê wêneyên jiyanê û berxwedana 84'an rojan. Wêneyê yekemîn: Hewana neteqiya ya çeteyên DAIŞ'ê ya ji bo bandora wê mezin bibe tup pêve girêdayî. Wêneyê deyemîn: Li Kobanê nivîseke dîwar, Bêşîrove... Wêneyê sêyemîn: Zarokên li eraziyê bi mayîn a li herêma TilŞeîr Wêneyê çaremîn: Li herêma TilŞeîr jinek û zarokê li ser pişta xwe hilgirtî Wêneyê pênçemîn: Zarokên li kolanên Kobanê dilîzîn Wêneyê şeşemîn: Yasemîna di destê wê de lîstoka wê û li ber "gorên amade" dikene... Wêneyê heftemîn: Şervanên YPG/YPJ'ê tenê şer nakin. Bajar ji qirêjiyê jî paqij dikin Wêneyê heştemîn: Welatiyekî Kobanê yê pir ê ku çavekî wî nabîne û bajar terk nekirî Wêneyê nehemîn: Şervanê YPG'ê yê ku li Qada Azadiyê ya li eniya rojhilata Kobanê pevçûnên dijwar lê qewimîn lêkolînê dike Wêneyê dehemîn: Li bajar agir bilind bibe û bombe biteqin jî ala YPG'ê her tim bilind e. Du welatiyên sivîl ên Kobanê yên di bin ala YPG'ê sohbet dikin. (Wêne: Ersîn ÇAKSU / Îbrahîm ASLAN) (bd)