Nivîskarên Kurd danasîna pirtûkên xwe kirin 11:46 20.12.2014 AMED (DÎHA)- Nivîskarên kurd Dîlawer Zeraq, Omer Dilsoz û Mexmet Şerman li Pirtûkxaneya Armanê ji bo danasîna pirtûkên xwe kirin. Nivîskarên kurd Dîlawer Zeraq, Omer Dilsoz û Mexmet Şerman ji bo danasîna pirtûkên xwe li Pirtûkxaneya Aramê gotûbêj li dar xist. Di destpêka gotûbêjê de Sekreterê Giştî yê Komeleya Nivîskarên Kurd Îlhamî Sîdar axivî û diyar kir ku 3 nivîskarên wan heye. 3 nivîskarên cuda û 3 rengên cuda hene û wiha got: "3 nivîskarên me yên cuda cuda hene. Wêjeya me de di 3 rengan de nivîskarên me hene. Niviskarên me jî hevpeyîvina xwe pêk bînin hatin cem hev." Di bernameyê de nivîskaran li ser pirtûkên xwe û destpêkirina nivîsandina pirtûkan axivîn û bersiva pirsên beşdaran bûn. Piştî axaftinan nivîskarên kurd pirtûkên xwe îmze kirin. (rd/bd/wk)