HPG û YBŞ di navenda Şengalê de ne 11:49 20.12.2014 NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku Hêzên HPG, YJA-STAR û YBŞ’ê ketine navenda Şengalê. Şer û pevçûn berdewame. Çeteyên DAIŞ’ê ji ber êrîşên HPG, YJA-STAR û YBŞ’ê li ber xwe nadin û direvin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a RojNewsê hate ragihandin ku Hêzên HPG, YJA-STAR û YBŞ’ê ketine navenda Şengalê. Taxa herî nêzî quntara çiyayê Şengalê ya naveda bajêr ji aliyê Hêzên HPG, YJA-STAR, YBŞ’ê ve hate rizgarkirin. Tê gotin di vê eniya şer de Pêşmerge jî li gel Hêzên HPG, YJA-STAR û YBŞ’ê cih digrin. Pêşveçûna Gerîlla û Pêşmerge ya di nava bajêr de berdewame.