Boksorê kurd bû şampiyonê Almanyayê 02:26 22.12.2014 Doh di şampiyoniya boksê ya Almanyayê de boksorê kurd Ismail Ozen ku mina “Kulma dînik a Dêrsimê” jî tê binavkirin, bû şampiyonê Almanyayê. Ismail Ozenê Dêrsimî par jî bûbû şampiyon û îsal şampiyoniyê neda kesekî din. Di raunda 5. de, antrenorê raqîbê Ozen pêjgîr avêt rîngê û Ozen careka din bû şampiyonê Almanyayê.  Piştî serkeftinê, Ozen, bi alaya YPGê derket ser rîngê û şampiyoniya xwe diyariyê berxwedana Kobaniyê kir. Maça şampiyoniya Almanyayê, li saloneka ku bi alên YPGê hatibû xemilandin, ji aliyê 5 hezar kesî ve hat temaşekirin. Amîda Kurd