Barzanî xetên reformê zelal kir 06:33 22.03.2011 HEWLÊR - Der barê xwepêşandanên roja 17’ê Reşemiyê Başûrê Kurdistanê dest pê kirin û didomin de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî banga reforman kir û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di daxwiyaniyekê de ji bo guhertin û reformên li Başûrê Kurdistanê 18 xal rêz kir. Xalên ji bo reform û guhertinên Başûrê Kurdistan ên ku Barzanî ew rêz kirin ev in: 1- Li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêdeçûn di pergala civata wezîran de bê kirin û karê guhertina wezaretan bê berfirehkirin. 2-Guhertin, veguhestin, dûrxistin û xanenişînkirina wan fermanberên payebilind ku demeke zêde ye di nav wezaretan de mane. 3-Di damezrandina Civata Xizmetkirinê de lez bê kirin. 4-Çavdêriya Darayî bê çalakkirin û kar bi raporên wê bê kirin. 5-Komisyona Nezahe bê damezrandin û parlamento bi lez biryarê li ser bide. 6-Dozgeriya Giştî bê çalaktirkirin û rolê wê bê çalaktirkirin. 7- Divê hemû rêgez, protokol û projeyên hikûmetê şefaf bin, nabe li ser bingehê partî û xizmayetî, pile û paye ji bo kesekî bên dayîn û nabe ji bo tu kesî bên firotin. 8- Butçe bi awayekî şefaf hatiye amadekirin û ji bo parlamento hatiye şandin, mafê hemû welatiyên Kurdistanê ye ji serfkirina wê agahdar bin. 9-Divê hemû peymanên petrolê bên aşkerekirin. 10- Zeviyên kiştûkalî yên ji bo niştecêhbûnê hatine veqetandin ji niha û şûn de nabe ji bo niştecîhbûnê bên bikaranîn. 11- Divê şîrketên mezin ên Herêma Kurdistanê bibin şîrketên pişkdarî. 12- Parlamento yasayekê derbixe ji bo sektora taybet da ciwanên welatê me heman mafê damezrandina wan a hikûmî hebe. 13- Pêdeçûna ji bo zêrevanên berpirs û kêmkirina wan de bê kirin. 14- Derbarê projeyên ku neqediyane de lêkolîn bê kirin. 15- Divê çavkaniyên darayî yên hemû partî, rojname û kanalên televizyonan bên aşkerekirin. 16- Daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir roja hilbijartina parêzgehan destnîşan bike. 17- Soz da bo nehiştina bermayên dû îdareyî yê. 18- Divê berî dawiya salê yek leşker û yek îdareya Kurdistanê hebe. Li hêla din hat diyarkirin ku muxalîfên Kurdistanê ragihandin wana li dijî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îmze kom kirine.