Şoreşgerê Esra Teng 09:14 23.03.2011 Pirûka Marîn Rehmanî ku ji helbestên wî pêk tên, bi navê "Şoreşgerê Esra Teng" di adara 2011'an de ji Weşaxaneya Lîsê derket. Pirtûka ku ji 73 rûpelan pêk tê ji helbestên gelekî xweş pêk tê. Marîn Rehmanî ji Herêma Torê ye. Di sala 1977'an de li navçeya Nisêbînê hatiye dinê. Helbestên Marîn Rehmanî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk û W'yê de hatine weşandin. Şoreşgerê esra teng Li kuçeyê... roj hêdî hêdî bêyi ku li pişt xwe binihêre diçû ava sofiyekî di pey re temaşe dikir dirûvê tozê jî dihate guhestin Şeytan di xewê de bû sofî hê li rojê temaşe dikir hêdî hêdî bi gopalê xwe re giran dibû hêdî hêdî qesas ji malê derdiketin kuştî li binê pirê... û keçikên ku bid destên nesrînî pembû didane hev girêdana xwe bi hişkiyekê duhestin tolaz jî bi hosteyî li pey wan digeriyan şoreşger: ji wan cuda ye ji dengvedana esra teng lingxê xwe ji devê mîroyekê derdixim ber bi milçikandina tenûrê ve ber bi nanê sîr kirî ve û herî dûrî lêvên birûj sinetên dirêj