Li Cizîrê provakasyona HUDA-PARê! 06:35 27.12.2014 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê du kesên endamên Partiya Hur Dava hewildan bikevin konê nobetê yê ji aliyê endamên YDG-H û YDGK-H'ê vedan û li ser vê yêkê di navbera her du aliyan de pevçûnên dijwar derket. Di pevçûnên hêj berdewam dikin de çek hatin bikaranîn û tê gotin ku kesekî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndarbûn. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê endamên YDG-H û YDGK-H'ê li hemberî êrîşên Partiya Hur Dava yên di demên dawî zêdebûn li taxa Nur kon vedan û du endamên heman partiyê xwestin êrîşê li kon bikin û li ser vê yêkê di navber her du aliyan de pevçûnan dest pê kir. Pevçûnên şevê destpêkirin hêj berdewam dikin. 2 endamên Partiya Hur Dava seat di 02.00'an de hewildan bikevin konê YDG-H û YDGK-H'ê ji bi ewlehiya taxa li ser Kolana Ozkan û Kolana Botan a li taxa Nur vedan û hatin ferqkirin. Dema ji kesan pirsa nasnameyan hate kirin heman kes reviyan û kon gulebaran kirin. Li ser vê yêkên kesên di kon de jî bersiv da û pevçûnan dest pê kir. Hate ragihandin ku di pevçûnan de kesekî jiyana xwe ji dest daye û gelek birîndar jî hene. Berfirehiya wê dê bê... (bd/wk)