Li Colemêrgê rêya 112 gund û 309 mezrayan hatin girtin 04:21 07.01.2015 COLEMÊRG (DÎHA) – Li Colemêrg ji ber barîna berfa zêde rêya 112 gund û 309 mezrayan hatin girtin. Dîsa ji ber barîna berfa zêde dibistan rojek ketin betlaneyê. Li Colemêrg ji ber barîna berfa zêde rêya 112 gund û 309 mezrayan hatin girtin. Dîsa ji ber barîna berfa zêde dibistan rojek ketin betlaneyê. Ji ber berfa zêde li navenda Colemêrgê, navçeya wê Gever û Şemzînan ji ber berfa ku ji duh êvarê vir de dibare pêşdibistan û dibistanên navîn rojek ketin betlaneyê. Komên girêdayî Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên gund û mezrayan dixebitin. (gka/oî/wk)