Mamostayan rêya Kelar-Silêmanî girtin 06:38 21.02.2015 ROJNEWS - HEJÎR GERMİYANÎ/KELAR Xwepêşandan û nerazîbûnên karmend û mamostayan ji ber wernegirtina miaş berdewam dike. Bi vê armancê mamostayên Kelar û nahyeya Rizgarî dest bi xwepêşandanê kirin û rêya serekî ya navbera Kelar-Silêmanî ji çûyînhatinê re girtin. Îro danê sibehê bi dehan mamostayên bajarokê Kelar û nahyeya Rizgarî rêya serekî ya navbera Kelar-Silêmaniyê ji trafîkê re girtin. Mamosta Aram Mihemed yek ji çalakvanane û ji RojNewsê re wiha got: “Îro tevî barîna barana zêde, me wekî mamostayên Kelar û Germiyan li pêşiya rêveberiya perwerdeyê ya Kelar xwepêşandanek lidarxist. Armanca çalakiya me jî ew bû, daxwaz û mafê me yê ji bo dayîna miaş were cîbicîkirin.” Aram Mihemed wiha got: “Me berî çend salan daxwaza reforman ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Lê hikûmet guh neda daxwazên me û bi gulleyan bersiv dan. Heta em mafên xwe bidestxistin, emê di çalakiyên xwe de berdewam bin.” Beşek zêde ya mamostayan ev zêdetirî 3 mehane miaş wernegirtin. Heftiya borî li Silêmaniyê jî mamostayan dest bi çalakiyê kirin û daxwaz kirin ku miaşê wan were dayîn. Mamostayan diyar kirin ku heta ew miaşê wernegirin, ew dergehê dibistanan venakin.