Kampanya komkirina îmzeyan didome 05:10 27.02.2015 NAVENDA NÛÇEYAN Kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina ‘Dagirkeran ji bo derve’ ya ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve hatî destpê kirin, berdewam dike. Li bajarokê Seyîdsadiq ê girêdayî Silêmaniyê standên îmzeyan hatin danîn. Di çarçoveya komkirina îmzeyan de, welatiyên bajarokê Seyîdsadiq bi germî pêşwazî lê kirin û îmze komkirin. Kampanya îmzeyan berî du rojan destpê kir û biryare 3 rojan berdewam bike. Ciwanên Welatparêz diyar kirin ku ew hewl didin kampanyaya komkirina îmzeyan befirehtir bikin û ji bo navendên xwendinê jî bigire nava xwe. Kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo ‘Derxistina dagirkirin bo derve’ li piraniya bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê belav bûye. Biryare ev kampanya heta Newrozê berdewam bike. Piştre jî encamên kampanyayê wê bi civîneke çapemeniyê were eşkerekirin û aliyên peywendîdar wê werin eşkerekirin.