Li Sûrî 200 girtî hatin berdan 07:18 26.03.2011 ŞAM - Rêvberiya Sûriyeya ku li hemberî xwepêşandanên li gelemperiya welêt belav bûne zêdetirî 200 girtiyî serbest berdan. Rêveberê Mala Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî Ramî Abdulrahman daxwiyaniyek da AFP’ê û diyar kir "Rayedarên Sûriyeyê gelek ji wan ê Îslamî, zêdetirî 200 girtiyên li girtîgeha Sîdnayayê serbest berdan.”