Hêzên Demokrasiyê: HDP çepera hevpar a gelên bindest e 03:23 04.04.2015 ZÛRICH - SERKAN DEMÎREL - ANF Hêzên demokrasiyê ya li Swîsre hat avakirin û di bin banê Platforma Hilbijartinê ya 7’ê Hezîranê de cih digire bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku dengên xwe bidin HDP’ê. ÎGÎF: HDP ÇEPERA BINDESTAN E Savaş Demîr ê yek ji nûnerên Federasyona Karkeran a Demokratîk a Swîsre (ÎGÎF) ya di nav platformê de cih digire, diyar kir ku HDP’ ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê çepereke girîng e, ji bo gelên Tirkiye û Kudistanê şansekî mezin e. Demîr got, “Her dengê ji Ewropayê ji bo HDP’ê pir girîng e. Ji bo partiya me ya bûye hêviya her kesî em biçin ser sindoqan.” ÎDHF: JI BO HILWEŞÎNA PERGALA HEYÎ HDP Duzgun Kobanê yê yek ji nûnerên Federasyona Gelên Demokratîk a Swîsre (ÎDHF) ye diyar kir ku bi HDP’ê re beşên cuda yên li welêt cara yekemîn e xwe îfade dikin. Kobanê anî ziman ku ji bo hilweşandina pergala bendê ya heyî piştgirîdayîna HDP’ê girîng e û got, “Ji bo ev dorpêça li hember gelan bê şikandin û siyaseta em dixwazin bê avakirin HDP hêzeke tayînker a girîng e. Helwestên berevajî vê divê neyên qebûlkrin.” ÎTÎF: NAVENDEKE DEMOKRASIYÊ YA GIRÎNG E Nûray Ay a nûnera Federasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Swîsre (ÎTÎF), anî ziman ku heta niha wek rêxistin hilbijartin protesto kirine, giringiyê didin tevgera bi HDP’ê û afirandina çepera hevpar. Ay diyar kir ku HDP ji bo tevayî beşên li Tirkiye û Kurdistanê navendeke demokrasiyê ya girîng e û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê. OSP: HDP ENIYA HEVPAR A YÊN DIN E Nergîs Kaplan a endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) a di nav platformê de cih digire, destnîşan kir ku HDP yekane partiya li derveyî bîrdoziya dewleta fermî ye û wiha axivî: “HDP îro partiya tevayî beşên ku li derveyî dewletê ne û dewletê ew wek ên din dîtiye. Bi wateyek din HDP eniya yên din e.” Kaplan xwest her kes ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê dengên xwe bidin HDP’ê û got, “Tevayî endamên OSP’ê û dostên wan ên li Tirkiye û Ewropayê dijîn pêwîst e di nav xebatên hilbijartinê de bi awayekî aktîf cih bigirin.” SURYANÎ: HDP PÊŞEROJA GELAN E Li ser navê Yekîtiya Suryaniyan a Ewropa ya di nav platformê de cih digire Yakûp Gabrîel diyar kir HDP partiyeke ku di dîroka Tirkiyeyê de yekem car e li tevayî bindestan û gelên hatine qetilkirin xwedî derdikeve. Gabrîel wiha dewam kir: “Em wek gelên bindest em ê bendan bişkînin û bi HDP’ê re wê dengê xwe veguhezînın meclîsê.” Gabrîel ev bang kir: “Di serî de Suryanî pêwîst e her kes dengên xwe bidin HDP’ê .”