Mamosteyên ziman hatin xelatkirin 04:30 10.05.2015 KOBANÊ – Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Herêma Kobanê bi boneya nêzîkbûna Cejna Zimanê Kurdî 2OO mamosteyên dibistanên Herêma Kobanê xelat kirin. Bi armanca xelatdayînê li Navenda Ziman û Perwerdeyê ya Viyan Amara merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir û 200 mamoste tevlî bûn de Serokê Desteya Perwerdeyê Mihemed Nûrî û Mamostyê Zimanê Kurdî Aras Hiso axivîn. Di axaftinan de cejna ziman li hemû mamosteyan hate pîrozkirin û li ser rola mamosteyan a di perwerdekirina şagirtan û avakirina nifşên nû hate rawestîn. Piştî axaftinan ji aliyê mamosteyan ve helbest hatin xwendin û sitran hatin gotin. Di dawiya merasîmê de ji bo her mamosteyekê 20 hezar lîreyê Suriyê xelat hate dayîn. Hate gotin ku dê 91 mamosteyên din jî bêne xelatkirin. (ah/aq) ANHA