Şertên tevlîbûna mîhrîcana Çîroka Kurdî diyar bûn 03:46 13.05.2015 QAMIŞLO – Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, şertê tevlîbûna Mîhrîcana Çîroka Kurdî ku dê di navbera 6 û 12’ê Hezîrana 2015’an de bi navê çîroknivîs Fuat Temo bê lidarxistin, eşekere kirin. Desteya Çandê di 6’ê gulanê de bi nûnerên saziyên çandê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Suriyê û Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê civînek lidarxistibû û amadekariyên mîhrîcanê gotubêj kiribûn. Di civînê de hatibû diyarkirin ku wê di dema pêş de nav û cihê mîhrîcanê bê diyarkirin. Li gorî agahiyên Seroka Desteya Çandê Berîvan Xalid dane, navê mîhrîcana ku cara yekemîn par (2014) ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Suriye ve hatibû lidarxistin, wekî “Mîhrîcana Çîroka Kurdî ya Fuat Temo” hatiye diyarkirin. Duyemîn Mîhrîcana Çîroka Kurdî ya Fuat Temo wê îsal bi pêşengiya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û piştgiriya saziyên çandê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Suriye, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bê pêkanîn. Mîhrîncan wê di 6’ê Hezîranê de li Navenda Çand û Hunerê ya Mehebet Şêxo ya li bajarê bajarê Qamişlo destpê bike û heta 12’ê hezîranê dom bike. Şertên tevlîbûna mîhrîcanê wiha hatine diyarkirin: – Çîrokên ku tê ji bo mîhrîcanê bêde dayîn divê bi zimanê kurdî bin. – Divê çîroka hatiye dayîn, li derekê nehatibe belavkirin. – Divê çîrok zêdetirî 3 rûpelan nebe. – Serlêdanên çîrokan dê li NavendaÇand û Hunerê ya Mehemed Şêxo her roj di navbera saet 09.00 û 19.00’an de bêne qebûlkirin. – Serlêdan wê heta 25’ê Gulana 2015’an bêneqebûlkirin. – Çîroknivîs dê çîroka xwe bi xwe bixwîne. (aq) ANHA