Mîhrîcana Rojên Çand û Hunerê yên kurd berdewam dike 03:47 14.05.2015 STENBOL (DÎHA) - Mîhrîcana NÇM'ê ya "Rojên Çand û Hunerê yên Kurd" bi eleqeyeke mezin berdewam dike. Rojên Çand û Hunerê yên kurd ên ku ji aliyê Navenda Çanda Mezopatamya yên di navbera 10 û 17'ê gulanê de tê organîzekirin li Stenbolê berdewam dike. Di çarçoveya Rojên Çand û Hunerê yên Kurd de şanoya Xulamê Du Xwedî li Salona Şanoyê ya Kenter beşdarî pêşandanan bû. Her wiha konsera Cîhan Çelîk, Dîwana Dengbêjan, şanoya muzîkî Keybanû û konsera Mervan Tan, Koma Çiya, Ayfer Duzdaş û Denîz Duzdaş di çarçoveya 'Rojên çand û Hunerê yên Kurd' dê bên lidarxistin. Rojên Çand û Hunerê yên Kurd berdewam dike. (sde/bd)